Kooperatîfa MED kongreya xwe kir

Kooperatîfa Hilberîn û Parvekirinê ya MED, 2’emîn kongreya xwe ya asayî li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi beşdariya delegeyan û siyasetvanên Kurd pêk anî.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, parlamenterên Kurd ên li sirgûnê Nûrsel Aydogan, Lezgîn Botan, Faysal Sariyildiz û aborînas Ahmed Pelda jî di kongreyê de peyivîn.

Kongre li salona civînê ya Lessing Gymnassium pêk hat.

Aborînas û rojnamevan Ahmed Pelda îşaret bi girîngiya sazîbûna li Elmanyayê kir û got, divê rêxistinkirina aboriyê bi rengekî stratejîk bê dîtin û li ser modelên rêxistinbûnê yên li Elmanyayê agahî dan.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin pêk hat û li gorî vê yekê; ji bo desteya şêwirmendiyê, Sedat Mert, Hasan Ozkan, Şenol Şimşek û Faysal Sariyildiz;

ji bo desteya kontrolê Ruken Korkut, Erdal Irgat û Nesim Akcan; ji bo desteya rêveberiyê Yusuf Durdu, Dilek Aydın, Niyazi Öztaş, Salman Irgat, Nihat Kaygalak, Doğan Yeşil û Necdet Bayraktar hatin hilbijartin.

ANF / DUSSELDORF

Link:http://yeniozgurpolitika.net/kooperatifa-med-kongreya-xwe-kir/